Dagirkirina zeviyên cotkarên kurd li sînorê parêzgeha Kerkûkê ji aliyê erebên hawirde ve û bi piştevaniya dadgeh û rêveberiya çandiniya Kerkûkê û îdareya sepandî ya Kerkûkê ve berdewam dike û vê carê jî li gundeke din ê ser bi nahyeya Sergeran dest danîn ser bi donimên zeviyên gundekî.
Li gor nivîseke rêveberiya çandiniya Kerkûkê ku îmzaya rêveberê çandiniya Kerkûkê Zuhîr Elî li ser e û ji fermangeha çandiniya Dûbizê re hatiye şandin û di wê nivîsê de pişta xwe bi biryara dadgehê û fermangeha yasayî ya wezareta çandiniya Iraqê girêdaye û daxwaz ji fermangeha çandiniya Dûbizê dike ku 21 donim zevî li xeta 11 gundên Çexmaxe, ragirtina li ser bê rakirin ku ya hemwelatiyekî ereb e.
Ew hemwelatiyê ereb demeke zêde ye doz li dadgehê vekiriye, ku peymana wî bê nû kirin. Naha li ser nivîsa çandiniya Kerkûkê dikare li ser wî 21 donim erdî dest bi çandiniyê bike.
Di esasê xwe de ew zevî ya cotkarên gundê Çexmaxe ye, lê doz li ser hebû û ew zevî hemû hatibûn ragirtin ango çandinî li ser nedihate kirin.