Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxa duyem a projeya "Neştergeriya Dilê Zarokan" ragihand

Îro Duşemê 31ê Tîrmeha 2023an, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxa duyem a projeya "Neştergeriya Dilê Zarokan" ragihand, ku qonaxa yekem li ser erkê Mesrûr Barzanî hat cîbicîkirin.

31.07.2023, Pts - 10:37

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî qonaxa duyem a projeya "Neştergeriya Dilê Zarokan" ragihand
Nuçe Belav bike

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Pêştir projeya Neştergeriya Dilê Zarokan, ligel Serokê Borda Damezrînerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mesrûr Barzanî pêşkêş kir, gelek bi germî em han dan, ku em hemû şiyanên xwe derxin holê, da ku em di vê dosyeyê de zêdetir bikarin xizmetê bikin, wek destpêkek Mesrûr Barzanî amadebûna xwe nîşan da li ser erkê wî yekem qonax cîbicî kir, ku 37 zarok bûn.”

Mûsa Ehmed di axaftina xwe de spasiya Rêveberê Navenda Dil a li Hewlêrê û tîma navendê kir ku ligel tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkar û piştevan bûn di vê projeyê de.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî daxwaz ji sermayedaran kir alîkar û piştevaniya projeyê bikin, da ku ev proje bidome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:09:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x