Di navbera DAÎŞ û Pêşmergê de pevçûn...

Di navçeya Xurmatû, herêma Zerge li hember mewziyên Pêşmerge DAÎŞ'ê êrişek pêkanî.

16.08.2017, Çar - 08:49

Di navbera DAÎŞ û Pêşmergê de pevçûn...
Nuçe Belav bike

Efserê Lîwaya 11 a Hêzên Pêşmerge li Xurmatû Raîd Kameran Ehmed ji Rûdawê re ragihand, ku demjimêr 11.00ê şeva derbasbûyî (15-08-2017), çekdarên DAIŞê li sînorê gundê Zerge ve êrîşê çeperên Lîwaya 11 kir.

Hat ragihandin ku vî êrişê de 3 Pêşmerge şêhîd bûye. Dîsa tê gotin ku ji DAÎŞ'ê gelek çete hatine kuştin.

Her wiha Wezareta Pêşmerge ragihand ku ev êriş hatiye şikandin û Hêzên Pêşmerge bersivek tund dane êrîşê û têk birine.

Hêjayê gotinê ye, ku di nava 2 mehên derbasbûyî de DAIŞê çendîn caran ji mehan eniyê ve êrîş anîne ser çeperên pêşmergeyan lê serkeftî nebûne.

Gundê Zerge ya Xurmatû dikeve qontara Rêzeçiyayên Hemrînê, ku DAIŞê di dema dawiyê de ev herêm weke “Wîlayeta Cebel” (Wîlayete Çiya) ragihandibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 989 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:48:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x