Di navbera du partiyên Komele ya Rojhilatê Kurdistanê de şer derket: 2 Pêşmerge hatin kuştin

Îro 22.06.2023yê ber bi sibehê ve di navbera Pêşmergeyên du aliyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Rojhilatê Kurdistanê de şer derket û ji ber wê jî 2 Pêşmerge hatin kuştin û Pêşmergeyekî din jî birîndar bû.

22.06.2023, Per - 07:36

Di navbera du partiyên Komele ya Rojhilatê Kurdistanê de şer derket: 2 Pêşmerge hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gundê Zirgiwêz ê li parêzgeha Silêmaniyê, şer di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û di encamê de hin kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Îro danê sibê şerê çekdarî di navbera Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de derket û heta niha 2 kes hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.

Di vê derbarê de Komîteya Navendî ya Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê îro 22ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê ragihand, “Komala Şorşger êrîşî fêrgeha me kir û gule li Pêşmergeyan reşandin, mixabin heta niha 2 Pêşmergeyên Komala Zahmetkêşan Saman Îbrahîmî û Hîwa Sadiqî canê xwe jidest dane.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Me gelek hewl da ku rê li ber vê yekê bigirin, lê wan ji bo qerebûkirina şikestina xwe, dest ji ti kiryar û tawanekê bernedin.”

Piştî 7 mehan ji yekbûna wan herdu aliyên Rojhilatê Kurdistanê, her du baskên Zahmetkêşan careke din bûne dubend û di van rojên dawî de li ser malper û torên civakî êrişî hev dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 466 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x