Di Oscarê de fîlmek Kurd

Alîkarê derhênerê filmê 'Reşe Ba' diyar kir ku, filmê Reşe Ba bi nûneratiya Iraqê dê beşdariyê di festival cîhanî de bi destkeftina xelata Oscars bike, ev film ji derhênana Hisên Hesen e.

10.10.2017, Sal - 07:33

Di Oscarê de fîlmek Kurd
Nuçe Belav bike

Alîkarê derhênerê filma Reşe Ba Şînwar Kemal ji BasNewsê re ragehand ku, piştî filmê Reşe Ba li Bexda û çend festîvalên din hate nimayşkirin û xelat jî wergirtin, weke xelata filmê Manham li Almanya, baştirîn filim li Austiralya, xelata UNESCO , herwiha xelata baştirîn filmê Dubey, baştirîn ekter li Amerîka û çendîn xelatên din bi destxistine niha hatiye destnîşankirin bo beşdarîkirin di festival cîhanî bo xelata Oscarsê li Amerîka.

Herwiha da zanîn ku, filmê Reşe Ba berhemê kompaniya Mîtos filme yê Almanyayê û ji sînaryoya Ektaş û derhênera Hisên Hesen kurê bajarê Dihokê û ekter Şahbaz, Dîmen Zindî, Meryek Bobanî û adil Ebdulrehman ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:53:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x