Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirgeha Hewlêrê hat xistin

Dije Terora Kurdistanê ragihand ku droneke ku dixwest êrişî Balafirgeha Hewlêrê bike hat xistin.

12.01.2024, Cum - 05:50

Dijeterora Kurdistanê: Droneka bombekirî li Balafirgeha Hewlêrê hat xistin
Nuçe Belav bike

Droneka bombekirî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat xistin.

Dije Terora Kurdistanê jî derbarê xistina droneyê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê milîsên neyasayî xwest bi droneke bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya li balagirgehê bike.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îro demjimêr 18:50î, droneke milîsên neyasayî ku baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kiribû armanc, hat xistin.”

Duh jî droneka bombekirî li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hatibû xistin.

Rêxistina bi navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li ser êrişa dronî daxunî dabû ew êriş lixwe girtibû.

Êrişên grûpa çekdar a Şîe ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” bi nav dike, piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, li ser baregehên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:10:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x