Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî gerîlayên PKKê kirin

Dije-Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragiahdn ku vê êvarê 5ê Îlona 2022yan saet 20:10 droneke nenas, grûbeke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kiriye armanc. Hat ragihandin ku êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

06.09.2022, Sal - 05:30

Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî gerîlayên PKKê kirin
Nuçe Belav bike

Dije-Terora Kurdistanê ragihand ku frokeyeke bêfrokevan li geliyê Balîsanê grûpeke gerîlayên PKKê kiriye armanc. Li gorî zanyariyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê grûpa gerîlayên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca dronekê.

Dije Terora Kurdistanê herwiha ragihand ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Ji aliyê din ve peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di êrişa li Balîsanê de grûpeke gerêlayên PKKê hatiye armanckirin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di encama êrîşê de 2 kesan wan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê PKK û çavkaniyên Tirkiyê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:20:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x