Ev yek di torên civakî de jî bûye cîhê ecêb mayînê. Şaraza jî dibêjin dibe ku gaza xwezayî di bin erdê wê malê de hebe.
Li gor daxuyaniya xwediyê malê, ku ji gundê Spîav a nahyeya Serkepkan a qeza Ranya ya li sînorê îdareya Raperînê ye, di 5 rojan de 10 caran agir berbûye mala wî û piraniya tiştên mala xwe jî derxistine derve û jiyana wan aloz bûye.
Agir li dezgayê xwaringehê, cil û ber û rayêx û nivînên wan dikeve û bê ku sedem jî diyar be şewat derdikeve û di dema vemirandina agir de jî carekî dest û tiliyên xwediyê malê şewitîne.
Ew bûyer endamên malbatê û hemwelatiyên gund hemû ecêb hiştine, bi taybet bi xwe jî dîtine ku bê sedem şewat derdikeve.
Li gor zanyariyên BasNewsê aliyên pêwendîdar ên sînor dest bi lêkolînê kirine û li gor nêrîna şarazayên bûyerê, şewat ji ber hebûna gaza xwezayî ya di bin erdê wê malê de guman dikin û dibêjin dibe ku sedemê şewatê ew be.