Dr. Cotyar Adil: Hikûmeta Herêma Kurdistanê naha bê temayûlên Iraqê mûçe dabîn dike

13.09.2022, Sal - 13:11

Dr. Cotyar Adil: Hikûmeta Herêma Kurdistanê naha bê temayûlên Iraqê mûçe dabîn dike
Nuçe Belav bike

Îro 13.09.2022yê berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil di civîneke çapemeniyê de, derbarê mûçe de ragehand, naha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê temayûlên Iraqê mûçeyên fermanber û mûçexwaran dabîn dike.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: Dahat û xercên nefta Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa Deloitte bi hemû hûrgiliyan ve li ser malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê belav kirin û armanc jî raya giştî agahdarê hikûmeta xwe bin e.

Dr. Cotyar Adil amaje bi wê yekê jî kir ku hemû karên hikûmetê bi awayekî şefaf hatine aşkera kirin û di salvegera sêyem a kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hemû wezîr û serokê fermangeh û desteyan data û xercên projeyên xwe ji bo hemwelatiyan aşkera kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, li gel dorpêçên aborî li ser Herêma Kurdistanê heye jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî bi rêya çend çavkaniyekî ve mûçeyên hemwelatiyên fermanber û mûçexwar dabîn bike û gelek projeyên stratejîk jî cihbicîh bike û di vê kabîneyê de yekem care tenê bi piştgirêdana bi dahata Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bê temayûlên hikûmeta Iraqê mûçe hate dabeş kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:09:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x