Ebdulrehman Sidîq: Kabîneya Nehem giringiyeke mezin daye jîngeha Herêma Kurdistanê

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê dibêje, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringiyeke taybet daye jîngeh û parastina wê.

08.02.2024, Per - 06:02

Ebdulrehman Sidîq: Kabîneya Nehem giringiyeke mezin daye jîngeha Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê Ebdulrehman Sidîq ji K24ê re ragihand, mafê xelkê heye ku pêşde biçin û dahênanê bikin, lê nebe li ser hesabê jîngehê. Di bernameya Kabîneya Nehem derbarê jîngehê de hatiye: “Jîngeha Kurdistanê mezintirîn sermiyan Herêmê ye.”

Herwiha got: “Pîsbûna jîngehê pirsgirêkek cîhanî ye, jîngeha Herêma Kurdistanê di van salên dawiyê de bûye rojev û ev jî nîşana zêdekirina hişyariyê ye.”

Ebdulrehman Sidîq diyar dike, hemû wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêyî cudahî erkê parastina jîngehê li ser milê wan e, erkên jîngehê ji aliyê Desteya Jîngehparêziyê ve hatine destnîşankirin, her du mehan carekê di navbera Desteya Jîngehparêz û wezaretên din de civîn hene.

Serokê Desteya Parastina Jîngehê ragihand jî, di Kabîneya Nehem de li çar parêzgehan û 4 îdareyên serbixwe, 3 ofîsên jîngehê hatine vekirin.

Herwiha got: Ji bo parastina jîngehê divê kar ji bo zêdekirina keskayê bê kirin û Kabîneya Nehem jî giringiyeke mezin daye jîngeha Herêma Kurdistanê.

Amaje bi wê yekê jî kir, Encûmena Wezîran biryar daye li navçeyên geştyarî yên Herêma Kurdistanê polîsên geştiyariyê ava bikin.

Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê da zanîn jî, çêkirina bendav û hewzan ji bo jîngeha Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:04:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x