Civîn ji beşan têk pêtê û mijara yekem taybet dibe bi pêşkêşkirina encamên serdan û hevdîtinên şanda bilind a danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şanda hikûmeta federal li ser pirsa bûdce, petrol û gaz, deriyên sînorî û Dîwana Çavdêriya Darayî.
Mijareke din a civînê taybet dibe pêşkêşkirina zanyariyan li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji bo malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî.
Di beşa sêyemîn û dawî de dê plana guherîna keşûhewayê ya sala 2023an a Encûmena Jîngehê were pêşkêş kirin.