Endameke malbata Şahê Brîtanyayê serdana Duhokê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Şahzade Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles kir.

24.05.2023, Çar - 12:25

Endameke malbata Şahê Brîtanyayê serdana Duhokê dike
Nuçe Belav bike

Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Tatar û du cîgirên parêzgar şeva borî pêşwazî li Şahzada Duchess Sophie, hevjîna Mîr Edward Edinburgh, birayê Şah Charles ê Brîtanyayê kir ku Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal û Konsulê Giştî yê Brîtanya pê re bûn.

Di civînê de behsa peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya û rola wan di alîkariya Herêma Kurdistanê û parêzgeha Duhokê hate kirin. Parêzgarê Duhokê spasiya Hikûmeta Brîtanya kir û hêviya pêşxistina pêwendiyan xwast.

Ji aliyê xwe ve, xanim Duchess Sophie Edinburgh behsa tevger û çalakiyên di warên aştî û mafên mirovan de bi taybetî jin û zarokan kir û behsa armanca serdana xwe bo Parêzgeha Duhokê eşkere kir.

Rewşa penaberan û pêşhatên dawî yên di vî warî de, mijareke din a hevdîtinê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:27:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x