8 endamên Kongreya Amerîkayê (4 endamên Civata Nûneran û 4 endamên Senatoyê) nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şand.
Di nameyê de hat gotin, “Em dilgiraniya xwe ya ji ber mazûvaniya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya li Koşka Spî tînin ziman.”
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatibû diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden dê 15ê Nîsanê li Koşka Spî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re bicive.
“Hikûmeta Îraqê di bin bandora giran a Îranê de ye”
8 endamên Kongreyê di nameya xwe ya hevbeş a ji bo Biden de behsa rewşa dawî ya Hikûmeta Îraqê kir û got:
“Hikûmeta Îraqê di bin bandora giran a Îranê de ye, salane nêzîkî 3 milyar dolaran ji bo hêzên Heşda Şebiyê û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê xerc dike.
Van grûpên çekdar ji meha Çiriya Pêşînê heta niha zêdetirî 180 caran êrişî hêzên Amerîkî û Kurdistanê kirine.”
Ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan ji dema destpêkirina şerê Xezeyê ve, grûpên Şîe yên nêzîkî Îranê ku xwe wekî “Eniya Berxwedana Îraqê” bi nav dikin, çend caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller 14ê Adarê di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku Amerîkayê careke din Îraq ji bicihkirina cezayên Washingtonê yên li dijî Îranê mûaf kir û destûr da Bexdayê ku elektrîkê ji Tehranê bikire.
Di nameyê de endamên Kongreyê dilgiraniya xwe ya li ser mûafiyeta Îraqê ya kirîna elektrîka Îranê anî ziman û got:
“Di dema ku hûn ji bo anîna elektrîk û gaza xwezayî ji Îranê Hikûmeta Îraqê ji cezayan mûaf dikin, ew dolarên Amerîkî yên ku ji rezervên federal hatine veguhastin bi kar tîne.”
“Divê hûn daxwaza destpêkirian hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin”
Di nameyê de hat gotin:
“Hikûmeta Îraqê bi awayekî çalak ligel Tehranê li dijî hevpeymanên me yên Kurd kar dike ku di nav de qutkirina alîkariyên darayî yên hikûmetê û girtina boriya petrolê ya Îraq û Tirkiyeyê ku piraniya aboriya Kurdistanê pê ve girêdayî ye jî hene.
Divê hûn giraniyê bidin ser kêmkirina bandora Îranê ya li ser Îraqê û piştgirîkirina hevkarên me yên li Kurdistanê.”
“Divê hin daxwazên we ji Sûdanî hebin”
Di nameyê de hat diyarkirin ku di serdanê divê ji Sûdanî ev şertên li xwarê werin xwestin:
“Ji bo serdana Sûdanî divê pêşmercên wekî daxwaza vekirina bilez a boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ku Herêma Kurdistanê bikare petrolê hinarde bike û hegemonyaya Tehranê ya li Bexdayê divê êdî nebe gef li ser alîkariya darayî ya Amerîkayê ku ji bo sektorên giştî û taybet ên Îraqê dike, hebin.”
Mijareke din a ku di nameya endamên Kongreyê de hatiye tekezkirin, veguhastina desthilatên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve ye.
Di nameyê de daxwaz ji Biden hat kirin ku ji Serokwezîrê Îraqê şandina desthilatên darayî yên Herêma Kurdistanê bixwaze:
“Divê hûn ji Hikûmeta Îraqê bixwazin ku li ser radestkirina desthilatên darayî yên Herêma Kurdistanê berdewam be û bihêle petrola xav a Kurdistanê yekser were firotin.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller 26ê Adarê di civîneke çapemeniyê de ragihandibû, Wezîrên Karên Derve yên Amerîka û Îraqê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirine.
Miller di berdewamiya gotinên xwe de got, “Ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dê bibe derfeteke mezin.”
Miller herwiha anî ziman:
“Amerîka di vê mijarê de di asta herî jor de li ser xetê ye. Me bangî hemû aliyan kir ku ji bo hinardekirina petrolê li hev bikin.
Em di wê baweriyê de ne ku hinardekirina petrolê ya bi rêya boriyan dê di berjewendiya hemû aliyan de be.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê re ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê Nîsana 2023yan li hev kiriye û got:
“Lê belê tevî rêkeftinê, hinardekirina petrolê dîsa dest pê nekir û ji ber neadilbûna madeyên qanûna budceyê pêvajo aloztir bû.”
Piştî giliya Îraqê ya li Dadgeha Tahkîmê ya Parîsê ji 25ê Adara 2023yan ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê hat rawestandin.