Fazil Mîranî: Me ji Bexdayê re got em dê referandumê bikin

Sekretêrê Polîtboruya PDKê Fazil Mîranî ragihand, şanda Herêma Kurdistanê bi zelalî ji Bexdayê re got, ku Kurdistan dê îsal referandumê pêk bîne.

07.04.2017, Cum - 06:48

Fazil Mîranî: Me ji Bexdayê re got em dê referandumê bikin
Nuçe Belav bike

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê roja çarşemiyê 5ê Nîsanê bo gotûbêjkirina mijara lidarxsitina referanduma serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê serdana Bexdayê kir.

Serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê bo dema du rojan bû û îro pênşemî serdana wan bi dawî hat. Di heyama wan 2 rojan de, şanda Herêma Kurdistanê pênc civîn bi Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, Serokwezîr Heyder Ebadî, Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û çend aliyên siyasî yên iraqî re saz kir.

Derbarê encamên civînên şanda Herêma Kurdistanê de, Sekreterê Giştî yê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ji Rûdawê re axivî û ragihand, ku wan di civînên xwe de ji aliyên bexdayê re gotiye berjerwendiya Kurdistanê beriya her tiştî ye.

Fazil Mîranî got, ku wan ji aliyên Bexdayê re gotiye, ew dê referandumê li dar bixin, ji ber ku ew yek mafê gelê Kurd e.

Mîranî da zanîn: “Me ji hevalên li Bexdayê re got, ku em dê referandumê encam bidin, lê belê referendum nayê wateya ragihandina serxwebûnê.”

Herweha Mîranî balkişande ser wê yekê, tevî ku bi aliyên Îraqê nexweş e Kurd dewleta serbixwe ragbihînin, lê dijatiya xwe jî nîşan nedan û ji şanda Herêma Kurdistanê re ragihandine, ew dixwazin Kurd bi Îraqê re bimînin.

Mîranî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêşniyareke Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi wan re ye.

Derbarê redkirina Tevgera Gorranê ya ji bo civîna li gel şanda hevbeş a PDKê û YNKê de jî, Sekreterê Polîtboruya PDKê destnîşan kir: “Ez hêvîdar bûm, ku Gorran serdana şanda hevbeş a PDKê û YNKê red nekiriba, çimku em hemû Kurd in û ev mijar jî girêayî gelê Kurd e. Em hez nakin bêyî Gorranê pêngavan ji bo lidarxistina referandumê bavêjin, lê belê em li gel YNKê dikarin encam bidin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 985 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:22:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x