Fermandeya Hêzên Hevpeymanan: Em bi Wezareta Pêşmerge re piroseya rêkxistina hêzan bileztir dikin

Fermandeya Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku, bi Wezareta Pêşmerge re dikarin pêngavên çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan bileztir bikin.

07.12.2023, Per - 17:11

Fermandeya Hêzên Hevpeymanan: Em bi Wezareta Pêşmerge re piroseya rêkxistina hêzan bileztir dikin
Nuçe Belav bike

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) li Dîwana Wezareta Pêşmerge, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr û Cîgirên Serokerkanî ji bo operasiyonan û birêvebirinê, bi Berpirsê Bingeha Operasiyonan û Birêveberê Livînên Serbazî û Fermandeyê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kolonel McKenzie û tîmeke şêwirmendên serbazî ya hevpeymanan civiyan.

Li gor ragehandineke Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser karnameya hêza Pêşmergeyan wekî xalên giring ên yadaştnameya hevfehimandinê di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de hatin kirin.

Di pareke din a danûstandinên wan de, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge amaje da wê yekê ku, bizavên xwe zêdetir kirine ji bo rêkxistina hêzên cuda cuda yên Pêşmergeyan.

Herwesa amaje da wê yekê jî ku, pilana wan bicihanîna tevaya bername û bendên yadaştnameya hevfehimandinê bi Amerîkayê re ye, ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan û dezgehîkirina serbazî ya hêza Pêşmergeyan, ji bo ku bi pêşkeftinên serbazî yên serdem re hempa be.

Şanda Hêzên Hevpeymanan ragehand, bi giringî ve li bizav û pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge dinêrin, ji bo bicihanîna bendên wê yadaştnameyê.

Herwesa amaje da wê yekê jî ku, bi hevparî û hevkariya Pêşmergeyan dikarin piroseya çaksaziya Pêşmergeyan û piroseya rêkxistina hêzan bileztir bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:14:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x