Îro salvegera 49an a Şoreşa Gulanê ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera Şoreşa Gulanê peyamek belav kir û got:
“Gelê Kurdistanê di Şoreşa Gulanê de careke din selmand ku ji bo parastina hebûn û azadiya xwe amade ye."
“Parastina mîrata şehîdan erkê me hemûyan e”
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Şoreşa Gulanê wiha ye:
“Di vê dema ku em îro bibîranîna salvegera 49an a hilgirtina Şoreşa Gulanê dikin de, em bi rêz û şanaziyê şehîdên nemir û hemû wan qehreman û mêrxasan bi bîr tînin ku di vê şoreşa mezin de can û xwîna xwe li rêya azadiyê feda kirin.
Şoreşa Gulanê wekî berdewamiya Şoreşa Mezin a Îlonê bi rêberiya Barzaniyê Nemir, mînakeke bêhempa bû ya îradeya gelekî bû ku ji bo redkirina zulmê û dagirkariyê ti carî serî neçemandiye.
Gelê Kurdistanê di Şoreşa Gulanê careke din selmand ku ji bo parastina hebûn û azadiya xwe, ji bo her qurbanîdayînê amade ye.
Em di vê bîranînê de ducare dikin ku erkê me hemûyan e ku em mîrata şehîdan û federalî û destkeftiyên destûrî biparêzin û bi yekitî û hevkariyê rêya wan bidomînin.
Bila bîranîna Şoreşa Gulanê teşwîqkarê zêdetir be ji bo yekrêzî û pêkvejiyanê da ku em bi karê hevbeş û alîkariyê, ber bi paşerojeke baştir ve gavan biavêjin.
Bîranîna Şoreşa Gulanê berz û şerefdar be, silav ji giyanê pak ê şehîdan, silav li hemû Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê.”