Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ragihand, ji roja 1ê Tebaxê ve geştên esmanî li herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê destpê dikin.
Ano Cewher diyar kir, piştî temamkirina amadekariyan û girtina rêkarên tendirustiyê, li ber ronahiya biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî dest bi geştên esmanî ber bi welatên cîhanê ve destpê dikin.
Bi vekirina firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê re, geştên esmanî, tevgera aborî û mirovî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de destpê dikin.
Ji destpêka derketina nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistan û wek rêkarên xweparaziyê û rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Firokvaniya Medenî ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên biyanî dihatin kirin.