Wezareta Veguhestinê ya Iraqê îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, qonaxa yekem a geştên esmanî yên ber bi Gurcistanê ve dê her Pêncşem be kirin.
Wezareta Veguhestinê ya Iraqê destnîşan kir ku ji nû ve destpêkirina geştên rasterast piştî 9 salan ji rawestandinê dest pê dike û di qonaxa duyem de dê hejmara geştan bê zêdekirin jî.
Li gorî rênimayên Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, vîzeya Gurcistanê dê 6 meh bin û ji bo wergirtina vîzeyê jî ji 7 heta 10 rojan divê çaverê bî.