Li Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî-Duhokê, Faris Îsa ji Kurdistan24ê re ragihand, hefteya bê şanda hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê dicivin, li ser serokatiya şanda hikûmeta Iraqê, Faris Îsa eşkere kir, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Heyan Ebdulxenî ku di heman demê de Wezîrê Petrolê yê Iraqê ye, serokatiya şanda hikûmeta Iraqê dike.
Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê li ser endamên din ên şanda Iraqê ragihand, şand ji Wezîrê Darayî yê Iraqê Teyf Samî, Sekreterê Giştî yê Encûmena Wezîran a Iraqê Dr. Necîb, Serokê Çavdêriya Darayî ya Federal Rafil Yasîn, Nûnerê Desteya Deriyên Sînorî Lîwa Umer û çend berpirsên din ên hikûmeta Iraqê pêk tê.
Faris Îsa diyar kir: “Tê çaverêkirin, em hefteya bê ligel şanda hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj bikin.”
Roja Duşemê 7ê Mijdara 2022yan, Faris Îsa derbarên endamên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji Kurdistan24ê re ragihandibû, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah, Serokê Fermangeha Hevahengî û Lidûvçûnê û Serokê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Bexdayê Faris Îsa pêk tê.