Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê roja Înê 26ê Tebaxa 2022an daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî nameya Kompanyaya Firotina Petrola Iraqê (SOMO) şermezar dike ku roja 23ê Tebaxê ji aliyê kompanyayê ve hat belavkirin û tê de gefa yasayî li kiryar û bazirganên nefta xav a Herêma Kurdistanê dixwe.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di beşeke daxuyaniya xwe de balê dikşîne ser nameya SOMOyê dibêje, “Nameya SOMOyê dilopeke din e di bîreke zanyariyên şaş de ku SOMO wek beşek ji lîstikeke siyasî belav dike; şerekî ku hin aliyên siyasî yên Bexdayê ji bo êrîşkirina li ser destûra Federal a Iraqê bikar tînin. Her wiha armanca nameyê sistkirina diyaloga bi îradeya baş a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ye. Armanca diyalogê ew e ku planek ji bo birêvebirina hevbeş a çavkaniyên enerjiyê û dahatên Iraqê li ser bingeha Destûra Federal hebe.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dide zanîn ku nameya SOMO xwe dispêre nêrîna çend parêzerên ku tê îdiakirin li Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ne û dibêje, “Lê li Iraqê Dadgeha Bilind a Federal nîne û ne jî biryarên wê yên hene. Ji ber ku heta niha ew dadgeha li gorî destûra bingehîn nehatiye avakirin. Ji ber vê yekê dadgeha Bexdayê ne Dadgeha Bilind a Federalî ye û nêrînên endamên wê jî ne li Iraqê û ne jî li cihekî din tu giraniyeke wan a yasayî nîne. Wek ku SOMO û yên din li Bexdayê dikin, nîqaşkirin û nîşandana rewşê bi awayekî din, bi tenê xapandin e. Xapandineke ku destûra federal bin pê dike û gefan li Komara Iraqê dixwe. Ev êrîşa siyasî ya li ser destûra federal ji xwesteka vegerandina Iraqê bo bihêzkirina navendê tê.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî her wiha got, “Madeya 92 ya Destûra Iraqê daxwazê ji Parlamentoya Iraqê dike ku 3 ji 2yên endaman deng bidine yasayekê ji bo ku ew yasa biryarê li ser kar û barên Dadgeha Bilind a Federalî bide. Heta ew yasaya derneketiye, ji ber wê jî Iraqê ne xwedî dadgeheke bilind a federal e ku xwe bispêre destûrê. Ew koma parêzeran jî ku 15ê Sibata 2022an nêrîna xwe eşkere kirin, ne xwedî desthilateke destûrî ye ku vê yekê bike.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî di berdewama daxuyaniya xwe de anî ziman, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev biryar qebûl nekiriye û bêxem jî rûnane. Di 15ê Sibata 2022an de, ew roja ku “Dadgeha Bilind a Federal” biryara xwe derxist, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ev biryar nehiqûqî, nedestûrî û neqanûnî bi nav kir. Roja 28ê Sibata 2022an daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat piştgirîkirin. Di daxuyaniyê de biryara “Dadgeha Bilind a Federal” wek neqanûnî hat binavkirin û hat xwestin ku li gorî xala 92an a destûrê Dadgeheke Bilind a Federalî bê avakirin. Di meha Adarê de jî daxuyaniyên bi heman rengî hatibûn dayîn.”