Di babeta xwe de Hêmen Hewramî bi hurgilî û bi awayeke zanstî pêwendiyên Navnetewî û yên Herêma Kurdistanê û pirsa serxwebûn bo aştî û ewlehiya navçeyê û cîhanê ji beşdarbûyan re şirove kir.
Endamê serkirdayetiya Partî di heman demê de alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê ye babeta xwe li ser çend teweran dabeş kir, daku, bikare bi awayeke zanistî rewşa niha ya rojhelata navîn ku, gihayê gengeşe bike.
Herwiha Hewramî got ku, raste sînorê terorê nîne û ayîn û netew derbaskiriye, lê piraniya navçeyê bi vê hizra tûnd perwerde bûye, lewma çareseriya vê rewşê ew ku, tişta borî neyê dubarekirin.Her li wê babetê Hewramî tekez kir ku, daxwaza wan jî ewe ku, Herêma Kurdistanê jî bibe nimûneyek bo vegera aştî û ewlehiyê li navçeyê.
Di beşeke din ya axiftina xwe de endamê Serkirdayetiya Partî da zanîn ku, siyaste Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ni jî û di dema borî de jî wiha kirye ku, çawe Herêma Kurdistanê bûye navenda ayîn û netewyên cuda wiha di paşerojê de jî bi niyete bibe nimûneyek ji pêkvejiyan û navenda ayîn û netewyên cudali navçeyê.