Heyder: Diyarkirina Letîf Reşîd wek serokomar biryara Serok Barzanî bû

Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder ragihand, Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rûniştina Parlamentoya Iraqê de dengê xwe dan Berhem Salih.

20.10.2022, Per - 05:37

Heyder: Diyarkirina Letîf Reşîd wek serokomar biryara Serok Barzanî bû
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder di axaftina xwe ya ku ligel TV'ya K24'de pêkanî de ragihand, Firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rûniştina Parlamentoya Iraqê de dengê xwe dan Berhem Salih, rast e Letîf Reşîd ji YNKê bû, lê belê diyarkirina Letîf Reşîd wek Serokomarê Iraqê biryara merciyê siyasî yê Kurdistanê Serok Barzanî bû û PDKê dengê xwe da wî.

Mesûd Heyder eşkere kir: “Rastiyek heye ku girîng bû, ew jî ew e ku îradeya Kurdî diyar kir kî dê bibe serokomar. Ew jî li cem Cenabê Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji hemû tiştan girîngtir e, ku ezmûna 2018an dubare nebe.”

Heyder destnîşan kir: “Letîf Reşîd para YNKê ye, lê belê Cenabê Serok Barzanî ew biryar da, ku ew nûnertiya Kurdan bike.”

Derbarê beşdarbûna di hikûmetê de ragihand: “Tenê PDK û YNK beşdarî pêkanîna hikûmetê dibin, %20ê postên wezaretan ji bo Kurdan hatiye danîn, ku ew jî Wezarata Derve, Wezareta Avakirinê, Wezareta Dadê û Wezareta Jîngehê ji bo Kurdan hatine danîn.”

Mesûd Heyder got: “Îradeya siyasî ji bo çareseriya kêşeyan girîng e, eger aliyên siyasî ji wan têgihiştinan paşve biçin, serokwezîr jî nikare wan cîbicî bike.”

Derbarê rêkeftina ligel Çarçoveya Hevahengiyê de Mesûd Heyder eşkere kir: “Rêkeftin hatiye nivîsandin, îmze li ser hatiye kirin, di rêkeftinê de tekezî li ser wan mijaran hatiye kirin ku Cenabê Serok Barzanî tekezî li ser wan kiriye, ew jî hevtêgihiştin, hevsengî û hevparî ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x