Hinek DAIŞî li gel çek û teqemeniyan hatin desteserkirin

Li Kampa Holê ya rojhilatê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, "Operasyona Mirovî û Ewlehiyê" ji aliyê Hêzên Eewlehiya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) dijî şaneyên DAIŞê didome.

01.02.2024, Per - 12:02

Hinek DAIŞî li gel çek û teqemeniyan hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Şaneyeke DAIŞê li gel hinek çek û teqemenî hatin desteserkirin. Endamên vê şaneyê li xwe mukur hatin.

Koçberê parêzgeha Enbara Îraqê Wadî Mixlif Hemmad got:

“Ez sala 2005ê ji dayîk bûme. Ez li gel malabata xwe ji Hedîseya Enbarê bi rêya Siefeyê sala 2017an derbasî Sûriyeyê bûm.

Piştre em çûn Kampa Holê. Min di 2020an de Umer Lihêbî nas kir, bi rêya wî ez derbasî nav şaneyên DAIŞê bûm.

Min û çend endamên din li nav kampê jinek bi navê Sedeayê bi tohmeta laşfiroşiyê kuşt. Piştre demjimêr 11 û nîvê şevê her kesekî 50 dolar ji Umer wergirt.”

Koçberê Minbicê Elî Mişel Yûsif jî got:

“Ez ji gundewarê Minbicê me û jidayikbûyê 2007an im. Dema DAIŞ derbasî gundê me bû, bavê min tevlî wan bû.

Di dorpêçkirina Minbicê de hat kuştin, piştre ez tevlî Eşbal el-Xîlafe bûm. Ebû Umer el-Şamî berpirsê me bû.

Li Kampa Holê ez tevlî şaneya Umer Lihêbyê ya Îraqî bûm. Min li gel wan çar kiriyar bicih kirin, min di navbera 150 heta 200 dolarî wergirtin.”

Koçberê Babê Ehemd Mihemed Mehmûd Salih el-Şiblî jî wiha li xwe mikur hat:

“Ez xelkê Babê me û jidayibûyê 2007an im. Em li Hecînê niştecîh bûn, ez di sala 2018an de tevlî Eşbal el-Xîlafe bûm.Ez şeş mehan li gel wan mam.

Berpirsê kursa fêrkirina me Ebû Umer el-Urdunî bû. Ji wir em çûn Babê, piştî şer di sala 2019an de em çûn Kampa Holê.

Li nav kampê karê min çavdêrîkirina hêzên asayîşê û veguhastina çekan bû.”

Operasyona Ewlehî û Miorviyê di qonaxa xwe ya sêyemîn de roja 27ê Kanûna Paşîna 2024an dest pê kir.

Li gorî Hêzên Ewlehiya Hundirîn, wan heta niha 34 endamên şaneyên DAIŞê li nav Kampa Holê girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 173 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x