Bernard Henry Levy di nivîsa xwe de dibêje; \"Kurd di nîvê Rojhilata Navîn de civakeke ku ji nirxên cîhanî re vekirî û ber bi demokrasî û laîsizmê ve diçin û herwiha mirovên bêhempane ku feraseta Îslamê nîşan didin.\"
Levy bal kêşa ser ku divê Madrîd ne wekî Bexdayê were dîtin û xwesteka Kurdan ya serxwebûnê ji ya Katalonyayîyan cudatir were nirxandin. Levy da nîşan ku jibilî Îsraîlê hemû dewletên din bertekên xwe di ser yekîtiya axên Iraqê re diyar dikin û ev rewş jî rexne kir û weha pêde çû: \"Erdogan acize, Esad di metirsiyê de ye, Îran jî diranên xwe disîqîne. Bi ser de hemû xwedî hemwelatiyên kurd in.
Levy aşkere kir ku helwesta Neteweyên Yekbûyî dibe ku li Kerkûkê encamên xerab bide û bibîranî ku daxuyaniyeke ku qet balê nakşîne ser êrîşa Pasdarên Şoreş a Îranê û weha berdewam kir: \"Vegeriyan ser \"pîroziya\" axa Iraqê. Ev helwesta bi tirs, dibe ku bibe sedema tiştekî wekî Şerê Îspanya yê navxweyî, Qirkirina Ermenan, û Holokostê.
Levy di nivîsa xwe de aşkere dike ku dîrokê ji bo kurdan paradîgmayeke stratejîk ya nû afirandiye û vê wekî modela Kerkûkê bi nav dike. \"Dema her titş bi ser te de hat, divê tu ji xwe pê vê kesî sucdar nekî, ji bo ku we guh nedaye me em ê ji bo tu tiştekî nekin.\" Tişta dikeve ser milê we bikin lê bilez bikin, helbet em ê poşman bibin, lê belê jixwe me ev yek qebûl kiriye. Herwiha Levy di dawiya nivîsa xwe de dibêje dê ev pêvajo ne tenê ji bo kurdan lê ji bo gelek gelên din yên cîhanê ku nêzî serxwebûna xwe ne jî dê bi êş be.