Mesrûr Barzanî û Balyozê Polandayê: Divê kabîneya nû ya hikûmetê bi zûtirîn dem bê pêkanîn

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Polandayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

18.11.2024, Pts - 14:58

Mesrûr Barzanî û Balyozê Polandayê: Divê kabîneya nû ya hikûmetê bi zûtirîn dem bê pêkanîn
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Polandayê li Îraqê Marcin Kubiak kir, bi helkeftina bidawîhatina erkê wî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Balyozê Polandayê kir, ji bo karkirnê pêxemetî pêşxistina peywendiyên dualî, herwesa daxwaza serkeftinê di erkê wî yê bê de jî jê re kir.”

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Balyozê Polandayê rêz ji bo alîkarî û hevahengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û amadebûna welatê xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kir, xasma jî di warê lihevguhertina bazirganî û çandinê de.”

Di tewerekî din ê wê civînê de, her du alî li ser pêdivîtiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem hevnerîn bûn

 

Vî nûçeyê tevayî: 105 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x