Serjimêriya niştecihên Iraq û Herêma Kurdistanê di roja duyem de didome

Îro Pêncşemê 21.11.2024ê duyemîn roja serjimêriya giştî ya nifûsa Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê dike.

21.11.2024, Per - 11:23

Serjimêriya niştecihên Iraq û Herêma Kurdistanê di roja duyem de didome
Nuçe Belav bike

Serjimêriya giştî ya nifûsa Iraq û Herêma Kurdistanê duhî 20ê Mijdarê dest pê kir ku rêjeya beşdariya xelkê Hewlêrê di yekem roja serjimêriyê de ji %60 derbas bû û tê pêşbînîkirin ku îro bigihe %100.

Zêdetirî 130 hezar jimarvan beşdarî proseya serjimariyê dibin û 77 pirsan li ser jiyana welatiyan dikin.

Ya ku di serhejmêriya giştî de giring e wergirtina sûdê ji wan zanyaran e yên ku ji bo danana pilanên navendî û dûrmewda tên bidestxistin, ji bo derxistina Iraqê ji wî ketwarê neseqamgir ê ku heye, xasma jî yê ku girêdayî aliyê aborî ye.

Li gorî pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.

 

Vî nûçeyê tevayî: 46 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x