HRW: Ji nû ve avakirina Şingalê ji ber nakokiyên siyasî tê astengkirin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de avakirina Şingalê tê astengkirin.

06.06.2023, Sal - 16:21

HRW: Ji nû ve avakirina Şingalê ji ber nakokiyên siyasî tê astengkirin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) di rapora xwe ya li ser Şingalê de bal kişand ser wê yekê ku nakokiyên siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rê li avakirina Şingalê ku piştî êrîşa DAIŞ’ê wêran bûbû, digre.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sudanî di Nîsana 2023an de ragihandibû ku hikûmeta wî 50 milyar dînarên Iraqî ji bo avakirina Şingalê veqetandiye, lê nakokiyên siyasî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de rê li ber bikaranîna vê fonê girtiye, herwiha rê nade ku zêdetirî 200 hezar Kurdên Êzidî, ku ji sala 2014an ve koçber bûne, vegerin warên xwe.

Lêkolînera HRW'ê ya Iraqê Sarah Sanbar diyar kir ku pereyên ku ji Şengalê re tên terxankirin, eger ji bo berjewendiyên gel bên bikaranîn wê bi kêr bên û got “Xelkê Şingalê nav rewşeke ne diyar dene û nakokiyên siyasî bikaranîna fonên li ber dest astenq dikin.”

Sedi 70 malên xelkê wêran bûne

Li gorî rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) li Şingalê di navbera salên 2014-2017’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji sedî 80’ê binesaziya giştî ya navçeyê û ji sedî 70’ê malên xelkê wêran bûne.

Şêniyên Şingalê jî diyar kirin ku elektrîk û av bi rêkûpêk ji wan re nayên, her wiha bal kişandin ser wê yekê ku hîn gelek saziyên perwerde û tenduristiyê hê jî bi xesar in û di van saziyan de kêmasiya personel heye.

Astengiyên li ber vegerê

Li gorî rapora HRW'ê, hemû kesên ku bi wan re hevpeyivîn hatiye kirin "rewşa ewlekarî ya ne aram", "nedana qerebûya hikûmetê ji bo mal û kargehên wêranbûyî" û "nebûna xizmetên giştî yên têr" wekî astengên vegerê binav kirine.

Pêwîst bi hezaran momosteyan heye

Şingalî diyar kir ku ji ber xerakirin û zirara dibistanan gihandina perwerdeyê ne hêsan e, li cihê ku perwerdeyê heye, pol pir qerebalix in û ji ber ku mamoste ji cih û warên xwe bûne bi hezaran mamoste hewce ne.

Di rapirsiya IOM'ê de hat dîtin ku ji sedî 58'ê şêniyên Şengalê 5 kîlometre dûrî cihê rûniştina xwe jî nikarin biçin dibistanê.

Di dibistanên 400 kesî de 1000 kes perwerde dibînin

Serokê Rêveberiya Perwerdehiya Şengalê Hesen Salih Mûrad da zanîn ku ji 206 dibistanên Şengalê tenê 96 dibistan dikarin bê bikaranîn. Hesen Salih Mûrad diyar kir ku ji ber nebûna dibistan û mamosteyan 600 heta 1000 xwendekar di dibistanên ku kapasiteyên war herî zêde 400 kes in perwerde dibin.

Hin dibistan ji aliyê komên çekdar ve weke baregeh tên bikaranîn

Murad da zanîn ku sê dibistan ji aliyê komên çekdar ve weke baregehên leşkerî hatine bikaranîn û ev yek rê li ber perwerdehiyê digre û binesaziya dibistanan dixe ber metirsiya êrîşan.

12 komên çekdar ji bo kontrolkirina Şengalê hevrikiyê dikin.

Herwiha hewldanên hikûmetê ji bo vegerandina kontrola îdarî ya herêmê, û şerê Gulana 2022yan bû sedema pevçûnên tund û awarebûna zêdetir.

Zarokan dibin leşkeriyê

Di raporê de hat gotin "Hebûna YBŞ'ê armangirtina nexweşxaneyekê jî di nav de herêm xistiye ber êrîşên esamnê yên Tirkiyeyê. Di sala 2016’an de HRW’ê belge kir ku dibistanên Şengalê ji bo armancên leşkerî hatine bikaranîn û zarok ji aliyê komên çekdar ve birine leşkeriyê."

Tenê 2 nexweşxane xizmetê didin

Di rapora HRW de bal kişand ser wê yekê ku ji bilî gihandina perwerde û xizmetguzariyan kêmasiyên di warê tenduristiyê de jî hene, niha li Şingalê tenê 2 nexweşxane kar dikin û kapasîteya van nexweşxaneyan a ji bo dermankirina rewşên aloz kêm e.

Kesên ku bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin diyar dikin ku negihîştina xizmetên tenduristiyê astengeke sereke ye ji bo vegerê, bi taybetî ji bo jinên ducanî û yên ku nexweşiyên kronîk bi wan re hene.

Rojê ji 2 heta 10 demjimêran elektrîk heye

Şêniyên Şingalê rojê di navbera 2 û 10 demjimêran elektirîk ji bo wan tê peydekirin. Ji sedî 90ê şêniyên navçeyê pêdiviya xwe ya avê bi tankerên avê peyda dikin.

Ji bo ava vexwarinê rojê 11 dolar didin

Yek ji şêniyên gundê Xanesorê Sûad jî diyar kir ku tenê kesên xwedî derfet jeneratorên wan hene. Herwiha Sûad diyar kir ku rojane 11 dolar ji bo ava vexwarinê didin û ji bo pêdiviyên xwe yên weke şuştinê bîrê dikolin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x