Hûşyar Zebarî: Dema referandûmê de tu paşxistin nine

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Huşyar Zêbarî sererast kir ku dema referandûmê de guherîn nehatiye çêkirin û referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona îsal de bi rê ve diçe.

12.08.2017, Cts - 13:24

Hûşyar Zebarî: Dema referandûmê de tu paşxistin nine
Nuçe Belav bike

Duh, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwendiyeke telefonî kir, tê de Tillerson ji xwastibû dema referandûmê were paşxistin.

Endamê Polîtburoya PDKê Huşyar Zêbarî ji ajansa “Reuters” re derbarê wê pirsê de tekez kir, ti guhartin derbarê dema referandûma roja 25ê Îlonê de nehatiye kirin.

Li gor wê ajansê, ku nîgeraniya Amerîka ji birêvebirina referandûma Herêma Kurdistanê ew e, dibe ku proseya referandûmê, girîngiya jinavbirina DAIŞê piştguh bike.

Berê jî Herêma Kurdistanê dilniyayî daye Amerîka û hevpeymanan, ku hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê berdewam dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 865 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x