Li gorî ajansa Associated Press, Qaanî ji berpirsên Iraqî re gotiye, eger sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê tund nekin, dê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bikin.
Du berpirsên Şîe, du serokên komên çekdar ên nêzîkî Îranê û rayedarekî bilind ê Kurd ku nexwestine navên wan were eşkerekirin, ji ajansa nûçeyan a Amerîkî re gotine ku Qaanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtinek pêk aniye û Serokomarê Iraqê Abduletîf Reşîd, hêzên di nav Çarçoveya Hevahengiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tehranê re civiyaye û ji wan re gotiye ku du şertên Îranê hene û eger wan mercan pêk neynin dê êrîşa bejayî li ser Herêma Kurdistanê bike.
Hat diyarkirin ku divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê çekên xwe daynin.
Duyem jî, divê artêşa Iraqê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê were bicihkirin da ku Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji sînor derbas nebin.
Îran partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi handana xwepêşanderan li dijî hikûmetê û şandina çekan bo nav Îranê tohmetbar dike lê hikûmetê heta niha ti belge bo piştgîriya wan îdiayan pêşkêş nekiriye.
Di heman demê de berpirsên Iraqî ji ajansa Associated Press re gotin ku tu belgeyek li ser tohmetbarkirina Îranê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê nedîtine.
Li gor nûçeya Associated Press, “Ne diyar e ku gefên Îranê çiqasî cidî ne lê ev yek Bexdayê dixe nava lezê. Ev cara yekê ye ku rayedarên Îranî eşkere gefa êrîşeke bejayî piştî çend mehan ji alozîyê dixwin û bang li Iraqê dikin ku komên opozîsyonê yên ku li axa wê kar dikin bêçek bike.”
Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 2 meh in berdewam dikin. Xwepêşandan piştî mirina Jîna Emînî, keça Kurd a 22 salî ya ji bajarê Seqizê dest pê kir ku piştî ku ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve li Tehranê hatibû girtin û bavê wê jî dibêje, wê bi lêdanê canê xwe ji dest da.