Îranê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir

Droneke Îran gundê Mêrge yê li devera Çoman a ser bi Hewlêrê ve bombebaran kir.

27.09.2022, Sal - 08:55

Îranê gundekî Herêma Kurdistanê bombebaran kir
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku droneke artêşa Îranê îro danê sibê gundê Mêrge li devera Çomanê ku dikeve sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kir.

Her wiha hate eşkerekirin ku droneyê nava gund bombebaran kiriye, lê heta niha nayê zanîn ku ziyanên canî hene yan na.

Ev di demekê de ye, ev sê roj in navçeyên sînorî yên nahiya Sîdekanê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê topxaneya Îranê ve tê topbarankirin û gelek gundî ji bo selametiya xwe, berê xwe dane navenda nahiya Sîdekanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x