Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da: Em demê dirêj nakin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku ew dema bêçekkirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê dirêj nakin.

28.08.2023, Pts - 10:58

Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da: Em demê dirêj nakin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna heftane ya rojnamevaniyê de li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê axivî.

Nasir Kenanî diyar kir ku li gorî rêkeftina bi Hikûmeta Îraqê re divê “grûpên dijber” werin bêçekkirin.

"Biçin kampên ku Hikûmeta Îraqê diyar kirine"

Nasir Kenanî destnîşan kir ku divê ew baregehên xwe vala bikin û biçin kampên ku Hikûmeta Îraqê diyar kirine.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku dema dawî cîbicîkirina rêkeftinê 19ê Îlona 2023yan e û bi tu awayî nayê dirêjkirin.

Nasir Kenanî herwiha destnîşan kir ku wan Hikûmeta Îraqê û Neteweyên Yekbûyî ji vê yekê agahdar kiriye.

Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê 19ê Adara 2023yan li Bexdayê rêkeftineke ewlehiyê îmze kirin.

Ew rêkeftin li ser çalakiyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bû.

Rêkeftin bi navê ewlekariya sînorî ya di navbera her du welatan de ye.

Sererkanê Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî 11ê Tîrmeha 2023yan ragihandibû ku eger Îraq heta dawiya havînê erkên xwe yên bêçekkirina “grûpên dijber” ên Îranê cîbicî neke, dê ew ji berê tundtir êrişî wan bike.

Îranê ji 8ê Îlona 2018yan ve, gelek caran baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û malên malbatên wan ên li Başûrê Kurdistanê kirine armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x