Îdrîs, kurê mezin ê Mela Mistefa Barzanî ye û di sala 1944an de li gundê Barzan ji dayik bûye. Di nava şert û mercên Şoreşa Barzan a Sêyemîn (1943-1945) de ji dayîk bûye. Di sala 1947an de Mela Mistefa Barzanî û 500 hevalên xwe diçin Yekîtiya Sovyetê, Îdrîs wê demê çar salî bû û ligel malbata xwe ji aliyê rejîma Iraqê ve bo 11 salan bo başûrê Iraqê tên sirgûnkirin û li Besra, Mûsil û Bexdayê rastî jiyaneke gelekî zehmet dibin. Îdrîs heta vegera Mela Mistefa Barzanî bo Iraq û Kurdistanê di sala 1958an de, xwendina xwe li Bexdayê berdewam kir û paşê vegeriya Kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî di birga çarem a pirtûka xwe ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd – Şoreşa Gulanê” de pesnê Îdrîs Barzanî dide û dibêje: “Kak Îdrîs mirovekî gelek mezin bû, mezinatiya wî ji têgihîştin û gihîştîbûna wî bû û bû sedema nermbûna wî jî.”
Serok Barzanî di pirtûka xwe de nivîsiye: ““Ew mirovekî canfîda bû, lêborîn dikir û tolhildan nedikir, gelek caran xelkê asayî û belengaz wek endamên malbata xwe dizanî.”
Serok Barzanî di bîranîna kak Îdrîs de behsa hestê hevkariya wî kiriye ku: “Ew yekê bû sedem ku birêz Îdrîs cihê xwe di dilê gel û hemû çînan de veke û wî wek piştevan û rizgarkarê xwe bizane.“
Serok Barzanî got: “Tevî hemû metirsiyan, kak Îdrîs gelek caran birîndar û Pêşmerge di mala xwe de dihiştin û li ser erkê xwe ji bo dermankirinê ew dişandin nexweşxaneyê.”
Derbarê hewlên wî ji bo aştiyê de, Serok Barzanî dibêje: “Kak Îdrîs baweriya wî ya temam bi parastina nasname û yekgirtina tevgera rizgarîxwaza Kurd hebû, di jiyana partîtiyê de girîngiyek mezin dida piralîbûnê. Ev her du faktor, sedemên sereke bûn ji bo peydakirina derfeta lihevhatina giştî di sala 1986 de, ku navê Endezyarê Lihevhatina Giştî lê hate kirin.”
Derbarê dubare destpêkirina şoreşa çekdarî ya piştî niskoya sala 1975ê, Serok Barzanî di pirtûka xwe de dibêje: “Kak Îdrîs bi ruhê pêşketin, dahênan û moraleke bilind kar dikin. Vê niskoyê hesta kak Îdrîs bi berpirsiyariya birêz Îdrîs du qatan zêde û weke kesekî berpirsyar li hemberî bûyeran tevdigeriya. Ew li ku bûya, Kurd li dora wî kom dibûn û cihê gilî û hêvîya xwe di kak Îdrîs de didîtin.”
Kak Îdrîs roja 31ê Çileya 1987ê, li gundê Sîlwana ya ser bi bajarê Urmiyê ve koça dawî kir û li goristana Şino li tenişt bavê xwe Mele Mistefa hate veşartin. Piştî raperîna 1991ê, li ser daxwaza serkirdetiya PDKê termê Mele Mistefa û Îdrîs Barzanî bo Başûrê Kurdistanê hatin veguhastin û li gundê Barzanê bi axê hatin spartin.