Roja 7ê Hezîran a sala 2017ê civîna Serok Barzanî ya li gel partî û aliyên siyasî û rêveberiya siyasî ya Herêma Kurdistanê de biryar hate dayîn roja 25.09.2017 referandûm bo diyar kirina çarenivîs û serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve biçe.
Piştî wê biryarê encûmena bilind a referandûmê ji hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo birêveçûn û çavdêrî kirina referandûmê pêkhat û ji aliyê encûmena bilind a referandûm û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ve Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê hate erkdar kirin, ku proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve bibe.
Komîsyona Bilind a serbixwe ya Helbijartinan piştî amadekariyan di dema hatî diyar kirin de, yekem referandûma serxwebûna Kurdistanê birêve bir û nêzîkî sedî 93 dengdêran dengê ‘’Belê’’ bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikaranîn.