Ji Amerîkayê derbarê gefên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyanî

Wezareta Derve ya Amerîkayê “Em gefên Îranê û binpêkirina serwerî û yekîtiya axa Iraqê şermezar dikin.”

18.10.2022, Sal - 11:05

Ji Amerîkayê derbarê gefên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyanî
Nuçe Belav bike

Berpirsê ofîsa Rûdawê li Waşingtonê Roj Elî Zalle ji Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê pirsî; hin raport amaje bi wê dikin ku Îranê hêz li bajarokên nêzîkî sînorî Herêma Kurdistana Iraqê kom kiriye û gefa pêkanîna êrîşeke bejahî bo ser Herêma Kurdistana Iraqê dike, hûn derbarê wê de çi dibêjin?

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Vedanet Patel di bersivê de ragihand, “Amerîka gefên Îranê û binpêkirina serwerî û yekîtiya axa Iraqê şermezar dike.”

Roja 11ê Cotmeha 2022an, Berpirsê Navenda Peywendiyên Giştî yên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mihemed Nezîf Qadirî derbarê komkirina hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re gotibû, “Îranê hêzên xwe yên leşkerî li ser sînor zêde kirine û çendîn çekên giran bi wan re hene, wek topên menzîldûr û navend û sîstemên mûşekî, zêdebarî wan Îranê hejmarek dorn û çekên din jî anîne ser sînor ku pêştir li Herêma Kurdistanê ceribandine.”

Mihemed Nezîf Qadirî diyar kiribû, “Îranê bi dirêjiya sînorên Kurdistanê dest bi tevgereke leşkerî kiriye û gelek corên çekan li sînor bicih kiriye.”

Wî berpirsê PDKÎ herwiha bersiva hin îdiaya dabû û red kiribû ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji me nekiriye ku sînor vala bikin.” Mihemed Nezîf Qadirî gotibû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji me nexwestiye ku axa Herêma Kurdistanê biterkînin û sînoran vala bikin, eger tiştekî wiha jî hebe divê bi awayekî fermî be.”

Supaya Pasdaran a Îranê roja 24ê Îlona 2022an destpêkirina operasyonekê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê ragihandibû û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kiribû ku ji binke û baregehên wan partiyan dûr bikevin.

Piştî 4 rojan û di 28ê Îlonê de Supaya Pasdaran bi mûşek û dronan êrîşî ser baregehên PDKÎ, Komele û PAKê kir, ku di encamê de 17 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn. Yek ji qurbaniyan jî zarokeve sava ya yek rojî bi navê Wanyar Rehmanî bû.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x