Ji tirsa xwepêşandanê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ketine amadebaşiyê

Li gorî agahiyên ku li ser rewşa Kerkûkê hatiye ragihandin, taxên Kurdan ên bajarê Kerkûkê bi hêzên serbazî hatine dorpêçkirin.

08.09.2023, Cum - 11:15

Ji tirsa xwepêşandanê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ketine amadebaşiyê
Nuçe Belav bike

Nûçegihanê K24'ê Hêmin Delo di derbarê rewşa Kerkukê de diyar kir, ji tirsa xwepêşandanê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ketine rewşa amadebaşiyê û hêzeke mezin a ewlehiyê ji derveyî Kerkûkê ve hatiye anîn.

Herwiha ragihand, tirs ketiye dilê xelkê bajêr, hêzeke mezin hatiye anîn û got, li gor zanyariyan hê jî hêzên din têne nav Kerkûkê û ew bajar bûye serbazgeh û xelkê Kerkûkê ji vê rewşê gelek nîgeran in.

Roja 2ê Îlona 2023an, hejmarek ciwanên Kurd ên nişteciyên taxên Şoraw û Rehîmawa yên li Kerkûkê li dijî girtina rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve, xwepêşandan kirinç Di xwepêşandanê de alozî derket û hêzên ewlehiyê gulle reşandin ser xwepêşanderên Kurd.

Ji ber reşandina gulleyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi ser xwepêşanderan de, çar welatiyên Kurd ên Kerkûkê yên bi navên "Hawkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed û Husên Sabir" şehîd bûn û nêzîkî 15 kes jî birîndar bûn.

Tevî şehîdkirin û birîndarkirina welatiyên Kurd li Kerkûkê, hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê, çar rojnamevan û xebatkarên medyayê jî desteser kirin û yek jî birîndar kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x