Doh (Duşem, 22.1.2024) civîna Civata Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê bi tevlîbûna wezîrên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê û wezîrên derve yên Şanişîna Erebistana Siûdiyê, Urdin, Misir û Israîlê hat kirin.
Li dû zanyarên medyayan, ew civîn ji bo şerê Rûsya û Ukraynayê û şerê Hemas û Israîlê hatiye taybetkirin. Li gel wan alozî û hevrikiyên cîhanî, Yekîtiya Ewropayê pirsa êrîşa artêşa Pasdarên îranê ya li ser Herêma Kurdistanê jî xist nav danûstandinên xwe.
Piştî wê civînê, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Joseph Borrell di konfiranseka rojnamevanî de nîgeraniya xwe li ser berfirehkirina şerî ji bo deverên dî yên Rojhilata Navîn û ji wan jî Herêma Kurdistanê û herwesa wan êrîşên ku aramî û seqamgiriya deverê têk didin diyar kir.
Borrell herwesa amaje da şehîdkirina Jîna Pêşrew Dizeyî ya sava di êrîşa artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê de, herwesa daxwaza rawestandina wan êrîşan kir.