Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Di serdana xwe de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, Wezîrê Derve yê wî welatî Sigmar Gabriel û Wezîra Bergîriyê Ursula von der Leyen dicive û paşê serdana parlamentoya Almanyaya Federal dike.”
Li gor Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêwendiyên dualî, dawî pêşketinên siyasî ûewlehiyê, navçeyên şerê teoristên DAIŞê, mijara koçber û penaberan, mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û dupakirina helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi riya diyalog û aştiyane, mijarên sereke yên civînan dibin.
Li ser vexwandina hikûmeta Almanyayê, biryar e roja duşema bê 18 Berçile şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Almanyayê bike.