Kerkuk: Artêşa Îraqê êrişî DAIŞê û Amerîkayê jî êrişî Heşda Şebiyê kir

Hêzên Amerîkayê li Kerkûkê êrişî karwaneke Heşda Şebiyê kir ku xwe amade dikir êrişî barêgeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bike.

04.12.2023, Pts - 06:11

Kerkuk: Artêşa Îraqê êrişî DAIŞê û Amerîkayê jî êrişî Heşda Şebiyê kir
Nuçe Belav bike

Herwiha hêzên artêşa Îraqê jî li Kerkûkê êrişî çekdarên DAIŞê kir.

Li gorî agahiyên berdest, li bajarokê Dûbizê ku dikeve rojavayê Kerkûkê êrişî komeke çekdarên Heşda Şebiyê hat kirin.

Derbarê êrişê de Fermandeyê Lîwaya Îmamê Suneyan a Dûbizê Sebah Elî got:

"Piştî bihîstina dengekî bilind li eniya sînor a Xeraberûtê, em çûn cihê bûyerê û me dît ku otomobîle lîwaya 40 a Heşda Şebiyê hedef hatiye girtin.

Herwiha 5 cenaze ji cihê bûyerê hatine veguhastin. Ew ji hewayê ve hatibû hedef girtin."

Sebah Elî herwiha da zanîn ku her yek ji fermandarên operasyonên hevpar û fermandarên Heşda Şebiyê li cihê bûyerê ne.

Welatiyên gundên Mame û Elexêrê jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got ku îro saet 5:40î du otomobîlên milîsên hêzên Lîwaya 40 a Îmam Elî û Nûcebayê hatin bombebarankirin.

Ji aliyê din ve çavkaniyek ji Tenduristiya Dûbizê jî got, “Hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û wan cezan veguhastin cihekî ne diyar.”

Herwiha Reutersê jî li ser zarê çavkaniyê ewlehiyê yên Îraqê ragihand ku Amerîkayê li Kerkûkê êrişî hêzeke Heşda Şebiyê kir û bi kêmî pênc kes kuştine û hejmareke din jî birîndar kirine.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê jî li ser hesabê xwe yê Telegramê piştrast kir ku ji aliyê hêzên Amerîkayê ve 5 çekdar hatine kuştin.

Artêşa Îraqê DAIŞ bombebaran kir

Ji aliyê din ve, hêzên artêşa Îraqê li navçeya Dakûkê ya Kerkûkê û bajarokê Pirdê di operasyonên asmanî de êrişî çeperên DAIŞê kirin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê ku ji Rûdawê re axivîn, ragihand ku operasyon bi hevdemî li du herêmên cuda pêk hatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:58:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x