Komela Îslamî: Em ne alîgirê dengê 'na' ne

Endamê Civata Siyasî ya Komela Îslamî Ebdulstar Mecîd ragihand, ku partiya wan dijayetiya referandûmê nake û ew li gel giştpirsî û dewleta serbixwe ne, lê ne bi vê mekanîzma û amadekariyên niha.

07.08.2017, Pts - 08:58

Komela Îslamî: Em ne alîgirê dengê 'na' ne
Nuçe Belav bike

Ebdulstar Mecîd, ku di heman demê de Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji heftenameya Rûdawê re ragihand, ku ti Kurdek nîne li dijî giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê be.

Mecîd got: “Lê di mijara dem û amadekariyan de nêrînên cuda hene.”

Her wiha Ebdulstar Mecîd diyar kir, ku bandora gefên Îran û Tirkiyê nîn e, lê pirsgirêkên navxweyî bandoreke mezin li xelkê dikin û da xuyakirin, ku ewê di nava çend rojan de projeyekê aşkere bikin û bi awayekî fermî daxwaza xwe pêşkêşî hikûmet û hemû aliyan û raya giştî bikin.

Ebdulstar Mecîd derbarê helwesta partiya xwe ya li ser giştpirsiyê de jî eşkere kir, ku heya niha behsa boykot û beşdarnebûnê nekirine, ew ne alîgirê dengê “Na” ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:21:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x