Kongreya PDK-Sê: 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin

Di 12mîn kongreya Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) de 29 endamên Komîteya Navendî ya partiyê ji aliyê endamên kongreyê ve hatin hilbijartin.

12.06.2023, Pts - 06:21

Kongreya PDK-Sê: 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin
Nuçe Belav bike

12mîn Kongreya PDK-Sê roja Şemiyê 10ê Hezîrana 2023an bi amadebûna 220 endaman li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê destpê kiribû û duh Yekşemiyê 11ê Hezîranê bi dawî hat. Kongre li Hola Seid Ebdulla ya bajarê Hewlêrê hat lidarxistin û Serok Mesûd Barzanî jî beşdarî di kongreyê de kir.

Di duyemîn roja kongreyê de, 29 endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê hatin hilbijartin. Tora Medyayî ya Rûdawê lîsteya navên endamên Komîteya Navendî ya PDK-Sê bidest xistiye û belab dike. Li gorî zanyariyên Rûdawê, 115 kesan xwe ji bo endamtiya Komîteya Navendî ya PDK-Sê berbijêr kiribûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Dr. Lezgîn Fexrî bi 88 dengan dengê herî zêde bidext xisitiye. Herwiha Besê Ebdî jî bi 84 dengan di nava jinan de dengê herî zêde bidest xistiye.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê di yekem civîna xwe de dê Sekreter û Polîtburoyê hilbijêre.

Sekreterê berê yê PDK-Sê Siûd Mela xwe ji bo posta serkirdayetiya partiyê berbijêr nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:57:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x