Konsulê Fransayê û Nêçîrvan Barzanî civiyan: ‘Fransa dê piştgiriya xwe bidomîne’

Serokê Herêma Kurdistanê û konsulê nû yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Dr. Yann Braem li Hewlêrê civiyan.

27.11.2023, Pts - 12:25

Konsulê Fransayê û Nêçîrvan Barzanî civiyan: ‘Fransa dê piştgiriya xwe bidomîne’
Nuçe Belav bike

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî vê daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê ji bo erkê wî yê nû piştgiriyê bidin Dr. Yann Braem.

Nêçîrvan Barzanî herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Fransayê re xurttir bike.

Dr. Yann Braem jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vî erkê xwe anî zimên û behsa hevkariya Herêma Kurdistanê û Fransayê ya di qadên cuda de kir.

Dr. Yann Braem diyar kir ku ew bi biryar e dostanî û hevkariya di navbera her du aliayan de bi pêş bixe.

Konsulê nû yê Fransayê amaje pê kir, “Fransa bi biryar e piştgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê bidomîne.”

Li aliyê din, her du aliyan di hevdîtininê de rûdanên dawiyê yên li herêmê jî nirxandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:57:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x