Konsulê Yewnanê: Em dê peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin

Serokê Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Konsulê nû yê Yewnanê li Herêma Kurdistanê pîroz dike, herwesa daxwaza serkeftinê jê re dike û hemî piştevaniya xwe ji bo serkeftina wî di erkê wî yê nû de tekez dike.

31.01.2024, Çar - 12:50

Konsulê Yewnanê: Em dê peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 31.1.2024) di hevdîtinekê de destpêkirina karî li Konsulê nû yê Giştî yê Yewnanê li Herêma Kurdistanê Nicholas Stergioulas pîroz kir, herwesa daxwaza serkeftinê jê re kir û hemî piştevaniya xwe ji bo serkeftina wî di erkê wî yê nû de tekez kir.

Nicholas Stergioulas jî ji aliyê xwe ve zêdebarî diyarkirina dilxweşiya xwe li ser destpêkirina karî wekî konsulê giştî yê welatê xwe li Herêma Kurdistanê, daxwaz kir ku bikare peywendiyên welatê xwe û arîkariyên hevpar bi Herêma Kurdistanê re pêş bixe.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û aloziyên deverê bi rengekê giştî danûstandin kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x