Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em ê li Herêma Kurdistanê bimînin

Irvin Hicks Jr. diyar kir, îsal jî serdanên rayedarên payebilind ên welatê wî bo Herêma Kurdistanê berdewam dibin.

04.01.2023, Çar - 14:59

Konsulê Giştî yê Amerîkayê: Em ê li Herêma Kurdistanê bimînin
Nuçe Belav bike

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr. diyar kir, îsal jî serdanên rayedarên payebilind ên welatê wî bo Herêma Kurdistanê berdewam dibin û got: “Hatina rayedarên payebilind ên Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê û avakirina konsulxaneya herî mezin welatê me, nîşaneya wê yekê ye ku em ê li Herêma Kurdistanê bimînin.”

Irvin Hicks Jr. îro Çarşemê 4ê Çileya 2023an di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser rêkeftina navbera Wezareta Berevaniyê a Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge û ragihand: “Em dixwazin Pêşmerge li ser lingên xwe bisekine û rûbirûyî gef û metirsiyên DAIŞê bibe. Eger gefên DAIŞê dawî bibe, xelkê ku aware bûne, bi dilniyayî dikarin vegerin cih û warên xwe.”

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê destnîşan kir: “Em pêşwaziyê li hevahengî û xebata hevbeş a Wezareta Pêşmerge ligel tîma me ya serbazî dikin, da ku gefên DAIŞê dubare nebin û em di parastina welatiyên vê herêmê de dilniya bin.”

Hicks Jr. li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê de diyar kir: “Sala derbasbûyî çendîn rayedarên payebilind ên Amerîkayê serdana Herêma Kurdistanê kirin û îsal serdan dê berdewam bin. Ev pêwendî û têkiliya Amerîkayê ya ligel Herêma Kurdistanê heye, di asta bilind a wezaretan û kongresman de ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:47:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x