Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê: Encama hilbijartinên Serokomariyê bandorê li ser pêwendiyên me nake

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê diyar kir, encama hilbijartinên Serokomariyê bandorê li ser pêwendiyên wan ên ligel Herêma Kurdistanê nake.

20.05.2023, Cts - 10:15

Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê: Encama hilbijartinên Serokomariyê bandorê li ser pêwendiyên me nake
Nuçe Belav bike

Îro Şemiyê 20ê Gulana 2023an, gera duyem a hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê ji bo welatiyên li derveyî Tirkiyê dijîn, dest pê kir û li Hewlêrê jî welatiyên ku li Herêma Kurdistanê niştecî ne, serdana sindoqên dengdanê yên li Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê dikin û proseya dengdanê berdewam e.

Konsulê Giştî yê Tirkiyê yê li Hewlêrê Mevlut Yakut di konferanseke rojnamevanî de ragihand, proseya dengdana Serokomariyê li konsulxaneya li Hewlêrê bi awayekî aram û bêyî kêşe birêve diçe û amadekariyên ji bo vê proseyê kirine.

Li ser encama hilbijartinên Serokomariyê û bandora wê li ser pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, Konsulê Tirkiyê diyar kir: “Her çi be bandorê li ser pêwendiyên herdu aliyan nake.” Herwiha got: “Pêwendiyên me yên bihêz ên dîrokî û bazirganiyê ligel Herêmê heye. Di hemû waran de pêwendiyên me baş in û berdewam dibin.”

5 hezar û 741 welatiyên xwedî nasnameya Tirkiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê mafê wan ê dengdanê heye û ji wê hejmarê, 1834 kes li Hewlêrê ne. Di gera yekem a hilbijartinên Tirkiyê de, li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rêjeya sedî 26,4 welatiyên Tirkiyê beşdarî proseya dengdanê bûn û dengê xwe dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:28:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x