Kurdistan YNK berpirsên xwe yên pilebilind ceza dike!

Komîsyona Cîbicîkirina Disîplînê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), biryara cezakirina hinek berpirs û endamên partiya xwe da. Di nav wan kesan de Lahûr Talabanî û Şanaz Îbrahîm Ehmed jî hene.

09.04.2017, Paz - 09:00

Kurdistan YNK berpirsên xwe yên pilebilind ceza dike!
Nuçe Belav bike

Lİ gor çavkanîyên (Rûdaw) li Silêmanîyê – Komîsyona Cîbicîkirina Disîplînê ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK), biryara cezakirina hinek berpirs û endamên partiya xwe da. Di nav wan kesan de Lahûr Talabanî û Şanaz Îbrahîm Ehmed jî hene.

Komîsyona Cîbicîkirina Dîsîplînê ya YNKê roja 8ê Nîsana 2017ê, di bin serokatiya Kosret Resûl de civiya. Di civînê de endamên komîsyonê Hêro Îbrahîl Ehmed, Mele Bextiyar, Hakim Qadir, Ednan Muftî, Omer Fetah û Pavel Telabanî jî amade bûn.

Mijara civînê gotûbêjkirina pirsgirêkên navxwe yên YNKê bûn û ji ber pabendnebûna biryarên hizbî, biryara cezakirina çend berpirsekê hate dayîn.

Li gorî agahiyan berpirsên derbarê wan de biryara cezakirinê derketine ev in; Adil Mûrad, Şanaz Îbrahîm Ehmed, Lahûr Talabanî û Sîrwan Kwêxe Necim.

Sîrwan Kwêxe Necim ji Rûdawê re piştrast kir, ku ew ji ber cezakirinê hatiye agahdarkirin û li hêviyê ye ku bi fermî biryar bigihe destê wî.

Sîrwan Kwêxe Necim diyar kir, ku dê li hember vê biryarê helwesta wan jî hebe.

Hêjayê gotinê ye, ku Lahûr Talabanî Serokê Ajansa Zanyarî û Parastinê ye, Şanaz Îbrahîm Ehmed xwîşka hevjîna Celal Talabanî, Hêro xanimê ye. Herwiha Adil Mûrad Sekreterê Komîteya Navenda YNKê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1405 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x