Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê êrişên Îsraîlê yên li Îranê diyar kir ku ew şermezar dikin û ti rewatî û hinceta van êrişan nîne.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên Îsraîlê peyamek belav kir.
Omer Çelîk amaje pê kir ku di navbera Amerîka û Îranê de dan û standin berdewam in lê li gel vê yekê jî êrişa Îsraîlê dijminatiya dîplomasiyê ye û rewatiya êrişên tên kirin nîne.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand:
“Bi êrişa li Îranê, Îsraîlê êrişeke nû li êrişên xwe yên hov û barbar zêde kir ku tevahiya herêmê şewitandiye.
Em vê êrişa ne rewa bi tundî şermezar dikin. Ji bo êrişeke Îsraîlê ti rewabûn an hincet nînin.
Ev êrişeke hovane ye. Divê tevahiya cîhanê bala xwe bide hişyariyên Serokkomarê me yên li ser encamên kiryarên qirkirinê yên hikûmeta Netanyahu.
Di demekê de ku zexta navneteweyî li dijî çalakiyên qirkirinê yên Îsraîlê li Xezeyê zêde bûye, Îsraîlê careke din êrişeke nû da destpêkirin ku balê ji kiryarên xwe yên qirkirinê dûr bixe.
Êrişa Îsraîlê di demekê de ye ku dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin, careke din nîşan da ku Îsraîl dijminê hemû hewldanên dîplomatîk e.
Êrişa Îsraîlê ji bo tevahiya cîhanê gef e. Divê tevahiya cîhanê tedbîrên hevbeş ên berbiçav li dijî vê yekê bigire.”
Êrişa Îsrailê ya li Îranê
Artêşa Îsraîlê tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Hat ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî hat kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wan dest bi êrişeke li dijî Îranê kiriye û rewşa awarte ragihandiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku wan bi operasyoneke bi navê “Şêrê ku bilind dibe” êrişî navendên bernameya dewlemendkirina nukleer a Îranê kiriye.
Netanyahu da zanîn ku armanca wan tesîsa sereke ya dewlemendkirinê ya li Natanzê ye û ragihand, “Heta ku metirsî were rakirin êriş dê berdewam bikin.”
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan dest bi “êrişeke pêşwext, birêkûpêk û hevaheng” li dijî bernameya nukleerî ya Îranê kiriye.
Hat diyarkirin ku bi dehan balafirên şer beşdarî operasyonê bûne.
Berpirs û fermandarên Îranê yên ku di êrişa Îsraîlê de hatin kuştin:
“Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî, Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî.”
Her wiha piştre hat ragihandin ku Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî jî hatiye kuştin.