Li hemû fermangehan Ala Kurdistanê hate bilindkirin

Mehek piştî biryara Civata Parêzgariya Kerkûkê, rêveberiya Kerkûkê bi rêya komîsyoneke teybet, li hemû sazî û dezgehên hikûmî Ala Kurdistanê bilind kir. Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bixwe reaste rast serpereştiya vê komîsyonê dike.

01.05.2017, Pts - 14:31

Li hemû fermangehan Ala Kurdistanê hate bilindkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Desteya Veberhênerên Kerkûkê Felah Bezaz derbarê vê yekê de got; “Em jî weke fermangehên din pabendê vê biryarê ne. Em serê xwe li hember Ala Kurdistanê û ya Iraqê ditewînin. Weke fermangehên din me jî Ala Kurdistanê bilind kir.”

Li fermangehên para ereb û tirkmenan jî heman awayî Ala Kurdistanê hate hildan. Heta dawiya hefteyê ev biryar dê li hemû fermangeh, sazî û dezgehan were bicîhanîn.

Rêveberê Fermangeha Parvekirina Elektrîkê ya Kerkûkê Yalçin Mehdî jî diyar kir; “Ev mijareke siyasî ye. Karê me xizmetguzarî ye. Eger rêveberiya bajêr biryarekê bide, em jî pêk tînin. Hatin û ala bilind kirin.”

Civata Parêzgariya Kerkûkê hişyarî da rêveberiyan û eşkere kir, ku ew sazî û desgehên biryara bilindkirina Ala Kurdistanê pêk neynin, dê werin cezakirin.

Endamê Komîsyona Ewlekariyê Îrfan Kerkûklî, ku di heman demê de serokê partiyeke tirkmenî ye, bang li hemû aliyan kir, ku pabendê vê biryarê bin.

Îrfan Kerkûk lî got; “Divê ev biryar were cîbicîkirin. Vegera ji vê biryarê nîne û ew aliyên pêk neynin dê li gorî yasayan werin cezakirin.”

Beşek ji aliyên tirkmen û erebî, ku di destpêkê de li dijî bilindkirina Ala Kuridstanê sekinîbûn, niha bêdengî hilbijartine.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:22:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x