Li Herema Kurdistanê erdhej çêbû

Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê erdhej çêbû. Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê jî ragihand, hêza erdhejê 4.7 pileyê Rîxter bû.

26.06.2023, Pts - 08:14

Li Herema Kurdistanê erdhej çêbû
Nuçe Belav bike

Îro 26ê Hezîrana 2023an di demjimêr 09:42an de erdhej çêbû.

Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê, Hemîd Hesen ji Rûdawê re ragihand, “îro demjimêr 09:42 erdhejek bi hêza 4.7 pileyê rîxter û di kûrahiya du kîlometriya erdê de li parêzgeha Duhokê çêbû.”

Li gorî gotina Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê, welatiyên Duhokê hest bi erdhejê kirin, bi taybet ewên ku di mal û avahiyên bilind de dijîn.

Ji tirsa erdhejê hejmarek welatî li hin taxên bajêr derketin kolanan.

Rêveberê Keşnasî û Tomarkirina Erdhejan ê parêzgeha Duhokê diyar kir, navenda erdhejê devera Berwarî ya li sînorê navçeya Amêdiyê û di navbera Bakurê Kurdistanê û Duhokê de bûye.

Heta niha ti zanyarî derbarê zirarên erdheja îro ya li Duhokê de nehatine belavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:28:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x