Li Herêma Kurdistanê hişyariya barana gur û lêhiyê hat dayîn

Saziya Keşnasiyê ji bo piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê hişyariya barana gur da.

11.11.2023, Cts - 06:52

Li Herêma Kurdistanê hişyariya barana gur û lêhiyê hat dayîn
Nuçe Belav bike

Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê ji bo 48 demjimêran pêşbîniya hewayê parve kir.

Li gorî pêşbîniya saziyê, sibe li piraniya bajarên Başûrê Kurdistanê dê hewa bi ewr be.

Sibe li piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê hewa dê ewravî be lê di germahiyê de cudahî çênabe.

Pisporê keşnasiyê yê Îraqê Elî Cabir Zeydî ragihand ku nîvê hefteya bê pêleke baranê dê li Îraqê bibare û dibe ku lehî rabe.

“Dê di navbera 15 û 20 mmyan de baran bibare”

Pisporê keşnasiyê yê Îraqê Elî Cabir Zeydî anî ziman:

“Dê baranên gur, roja rekşemê li rojavayê Îraqê, bajarokên Rutba û Qaîmê yên parêzgeha Enbarê, li Şingalê û parêzgeha Mûsilê dest pê bike.

Li piraniya deverên Îraqê û bi taybetî li Hewlêr û Silêmaniyê, dê di navbera 15 û 20 mmyan de baran bibare.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, li herêmê dê heta roja pêncşemê baran bibare û piştî wê hewaya sar bi bandor bibe.

Di destpêka vê mehê de pêleke baranê piraniya Herêma Kurdistanê girtibû.

Li Hewlêrê nêzîkî 25 mm, li Silêmaniyê 19 mm, li Dihokê nêzîkî 13 mm û li Helebceyê jî nêzîkî 10 mm baran bariya.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 294 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x