Li Hewlêrê piştî baraneke gur lehî rabû

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê ragihand ku ji ber lehiyê av ketiye hinek malan û wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê tîmên xwe şandine.

20.11.2023, Pts - 10:28

Li Hewlêrê piştî baraneke gur lehî rabû
Nuçe Belav bike

Doh bi şev li Herêma Kurdistanê baraneke gur bariya û îro derket holê ku li parêzgehên Hewlêr û Dihokê bandoreke wê ya mezin hebûye û li hinek cihan asta avê bilind bû.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re ragihand:

“Derengiya şevê av çû nav du malên Şawêsê lê zerer zêde nebû û me tîm rasterast şandin cihê bûyerê.

Îro li Behirkê jî av çû nav çend malan û tîmên me rasterast çûn cihê bûyerê.”

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî herwiha anî ziman:

“Li gelek cihan av rawestiyabû. Doh Cadeya 60 Metrî û îro jî çend cadeyên din di bin avê de mabûn lê her tişt çareser bûye û niha ti pirsgirêk nemane.”

Li Silêmaniyê lehî ranebûye

Li navenda bajarê Silêmaniyê 11 baregehên Parastina Sivîlan hene û hemû jî di amadebaşiyê de ne.

Rêveberê beşa kanalîzasyonê ya Şaredariya Silêmaniyê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got:

“Li ti cihan lehî ranebûye û eger pirsgirêk hebin jî hewl hatiye dayîn demildest bê çareserkirin û hemû dezgehên Şaredariya Silêmaniyê di amadebaşiyê de ne.

Hemû tîm li kolanan in da ku rasterast pirsgirêkan çareser bikin.”

Mehmûd Mihemed got:

“Hemû pirsgirêkên ku par hebûn hatin çareserkirin û proje hatin bicihkirin. Ev 2 roj in baran dibare û ti pirsgirêk li ti cihan derneketine.”

Rêveberê beşa kanalîzasyonê ya Şaredariya Silêmaniyê dibêje, hemû kanalîzasyon ji bo werza baranê ya îsal hatine pakkirin û amadekirin.

Li parêzgeha Helebçeyê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê barana gur berdewam e û metirsiya rabûna lehiyê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:09:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x